Li Rojavayê Kurdistanê teyrokê ziyaneke mezin da zeviyên çandiniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji duh ve li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê baraneke zêde dibare û li hin cihan ji ber baran û teyrokê ziyaneke mezin da daye zeviyên çandiniyê û berhemên dexlûdanê.

Li gelek gundên Dirbêsiyê, Serê Kaniyê û Zirganê zeviyên çandiniyê ziyan ji teyrokê dtîtine.

Cotkarê gundê Aliya yê Dirbêsiyê Idrîs Temê got “120 donim erd li ba min hebû. Bi rastî duh saet 17:30 – 18:00an de beriya fitarê teyrok li me rabû zirareke gelek mezin da me.”

Hevserokê Komîteya Çandiniyê li Zirganê Selman Oso got, teyrûkê ziyan gihandiye 50-60 hezar donim ji zeviyên 20 gundên navçeyê.

Barîna baraneke zêde elketirîk jî li ser hejmareke gundên Dirbêsiyê qut kir.

Li gorî Rêveberiya Xweser ji duh ve hata îro berya nîvro li Dirbêsiyê rêjeya herî zêde ya baranê bariya ye, ku 68Milîm, piştre Til Hemîs 63 M.m, Qamişlo û Tirbespiyê 48, Til Koçer 42 û li her yek li Amûdê û Dêrikê 32 mm bariye.

Ji ber barana zêde li Reqayê banê bazara keskatiyê kete xwar, ziyanên madî gihişte hinek dikan û otombêlên li wê bazarê.

Li Kobanê jî barana zêde astengî ji bo riyan çêkir. li Efrînê ti ziyanên baranê nebûn, Li navçeyên Bab û Cerablûsê jî ji ber barîna baraneke zêde li hinek cihan lehî rabû.

Li gorî keşnasiya Sûriyê barîna baranê du rojên din jî berdewam dibe, egera dirustibûna lehiyan jî heye.