Li Efrînê grûpeke çekdar ji bo diziyê avêtin ser mala welatiyekî Kurd

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpeke çekdar ji bo diziyê avêtine ser mala welatiyekî Kurd û gefa kuştinê li wan xwarine.

Li gundê Memala li herêma Efrînê, 4 çekdaran avêtine ser mala welatiyê kurd Mihemed Îsmaîl Nebo û ew û hevjîna wî bi kuştinê tehdîd kirine û hewl dane malê bidizin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan, ew çekdarên Fîrqeya 9 bûn, fermandarê wan jî Mûhend el-Berşa ye.

Piştî ku çekdar çek xistine serê xwediyê malê û hevjîna wî, kurê wî Îsmaîl teqe kiriye û çekdarek reviyane, lê yek ji wan hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst