Çekdarekî Feyleqa Sêyem a opozisyona Sûriyê li Efrînê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarekî opozisyona Sûriyê hat kuştin.

Duh roja Sêşemê 11ê Nîsanê, çekdarekî Fîrqeya 50 ya ser bi Feyleqa Sêyem a Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê li herêma Efrînê hat kuştin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo, ji Rûdawê re da zanîn ku çekdarê bi navê Elî Hemdo Berbûrî yê 37 salî, xelkê bajarê Til Rifetê li nav daristaneke nêzîkê gundê Qitmê hatiye kuştin.

Şêxo diyar kir ku çekdarê kuştî birayê fermandar Ebû Hemdo Berbûrî ye ku berî salekê li nêzîkê binkeyê serbazî yê Tirkiyê li gundê Qitmê hatibû kuştin.