Li Hewlêrê ji ber reşebayê banê malekê hilweşiya; 3 zarok birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Bastam a navçeya Xebat a ser bi Hewlêrê ji ber reşebayê û barîna baraneke zêde banê malekê hate xwarê û di encamê de 3 zarok birîndar bûn.

Nûçegîhana Rûdawê Dilniya Rehman ji nav mala ku banê wê hilweşiyaye got, “Li navçeya Xebatê beriya demjimêrekê reşebayeke xurt hebû û baraneke zêde bariyaye. Ji ber reşebayê camên malekê bi temamî şikestine û her wiha banê xaniyekê hilweşiyaye, di encamê de 3 zarokên malê bi sivikî birîndar bûne.”

Xwediyê malê û bavê 3 zarokên birîndar Mistefa ji Rûdawê re got, “Di demjimêr 15:00an de ez li ser karê xwe bûm, telefona min kirin û gotin banê mala te hilweşiyaye û îşev ji ber reşeba û bahozê divê ji mala xwe derkevin.”

2 kur û keçeke Mistefa ji ber caman û hilweşîna banê malê birîndar bûne, Mistefa anî ziman, “Serê yekî ji wan bi camê şikestiye, yek ji her du ling û yê din jî ji milê xwe birîndar e. Zarokên min 15 û 10 salî ne, rewşa wan baş e. Li mala xwarziyê min in, heta niha derfet nebûye ku bibin nexweşxaneyê.”