Hirç ket axurê: 34 bizin û karik kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ya Wanê hirça ku li daristanê birçî ma û daket gund, di axuran de 34 bizin û karik kuştin û kewarên mêşên hingiv jî şikandin.

Bûyer li gundê Xumarê ku 25 kîlometre dûrî navçeya Şaxê ye qewimî.

Hirçê ku li daristanê xwarin nedît daket gund ket 3 axuran û  34 bizin û karikan parçe û zirarê da nêzikî 30 kewarên mêşên hingiv.

Tayfur Orekê ku li Gundê Xumarê dijî û ajeldariyê dike got “Em bi ajeldariyê re mijûl dibin. Hem mêşên me hem jî bizinên me hene. Duh êvarê û îro hirç dajet gundê me û mêşên me û axurên me perîşan kirin. hirçê zirarê daye 25-30 kewarên mêşan. 27 bizin û 7 karikan jî kuştine.

Sabrî Biyik ku li heman taxê dijî, anî ziman ku hirç nikaribûye bikeve axurên ku deriyên wan hesin in lê banî qul kiriye wisa ketiye axuran.

Bıyık, da zanîn ku hirça ku ketiye axura wan bizin û karikan kuştine û got ku dema hirç çû axureke din û derî şikand, ajel reviyan nav daristanê û belav bûn.