Nêçîrvan Barzanî dê li Romayê bi Papa û Serokwezîra Îtalyayê re bicive

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Giorgia Meloni Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê herêma Kurdistanê dê serdana Îtaliya bike û li Roma bi Papayê Vatikan û serokwezîra Îtaliya û berpirsên din ên wî welatî re bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê serdanê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê roja Çarşemê biçe Romayê û roja din dê li gel berpirsên Îtalyayê "çend mijarên girîng" gotûbêj bike.

Dê Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Romayê bi serokwezîra Îtaliyayê Giorgia Meloni û Papayê Vatîkanê Papa Francis û berpirsên din ên Îtaliyayî re bicive.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dê bi serokwezîr û berpirsên Îtaliyayê re li ser pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên hevkariyê û çendîn mijarên ku her du alî hene gotûbêj bike.

Serokwezîra Îtaliyayê Giorgia Meloni di 23.10.2022an de serdana Herêma Kurdistanê kiribû bi Seroê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civîyabû.

Îtalya ji sala 2014ê ve endamê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, 900 leşker li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene, piraniya wan li Hewlêrê ne, beşek ji wan li çeperên Pêşmerge û yên din jî wek rahêner û şêwirmendiya Pêşmergeyan dikin.

Berpirsên pilebilind ên Îtalya çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kirine, ji wan serokwezîrê berê yê Îtalya Matteo Renzi, ku roja 20.08.2014ê ligel şandeke pilebilind gihîşt Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya.

Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Roma yê Îtalyayê heye, her çend peywendiyên Hewlêr û Romayê ne nû ne, lê dîroka wan peywendiyan bi fermî vedigere piştî sala 2003ê.

Hewlêr û Romayê di Tîrmeha 2017an de peymanek jîngehparêzî îmze kiribûn û di wê peymanê de Îtalya soz dabûn ku di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Ji Kanûna 2015an heta Îlona 2020ê Îtalyayê ligel Almanyayê perwerdeya jêrîn pêşkêşî Pêşmerge kirin:

- Êrîş û berevaniya piyade

- Bikaranîna antî-tank

- Bikaranîna top û hawanan

- Bikaranîna çekên sekvan

- Alîkariya bilez

- Bêbandorkirin û nehiştina mîn û bombeyên çandî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst