Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lêkolîna bûyerên Firokexaneya Silêmaniyê komîteyekê ava dike

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya û ragihand ku dê komîteyekê ji bo lêkolîna êrîşa Silêmaniyê ava bike.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 12ê Nîsana 2023an bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe asayî ya heftane encam da ku wek hefteyên berê dîsa bêyî tîma YNKê bû û piştî civînê ragihand, “Biryar hat dayîn ku komîteyeke lêkolînê li ser bûyerên li Firokexaneya Silêmaniyê were avakirin, ji bo lêkolînkirina sedemên rawestandina geştên esmanî yên Firokexaneya Silêmaniyê û êrîşa ku li nêzîkî firokexaneyê qewimî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji karên ku li Firokexaneya Silêmaniyê tên kirin agahdar nîne û li derveyî yasa karên hikûmetê ye. Nabe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji karên ku li Firokexaneya Silêmaniyê neyê agahdarkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got, “Serokwezîr li ser navê Encûmena Wezîran dilgiraniya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li hember bûyerên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê tîne ziman û tekez dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Firokexaneya Silêmaniyê û her devereke Herêma Kurdistanê şermezar dike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji karên ku li Firokexaneya Silêmaniyê tên kirin agahdar nîne û li derveyî yasa karên hikûmetê ye. Nabe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji karên ku li Firokexaneya Silêmaniyê neyê agahdarkirin.”

Tirkiyê di 3ê Nîsana 2023an de hemû geştên xwe yên ji Silêmaniyê bo Tirkiyê û berovajî yên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rawestandibû. Piştî wê jî roja Înê 7ê nîsana 2023ê dûmanek li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bilind bû û hate ragihandin ku êrîşeke dronî bûye.