Ji Saziya Keşnasiyê ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hişyarî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde da û li çend parêzgehan jî dê berf bibare.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê roja Çarşem û Pêncşemê 12 û 13ê Nîsana 2023an li parêzgehên Êlih, Sêrt, Agirî, Îdir, Şirnex, Colemêrg, Bedlîs, Wan, Mûş û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde dibare û egera lehiyê heye.

Herwiha li cihên bilind yên parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Şirnex û Agirî jî dê berf bibare û nêzîkî 20 santimetre berf bikeve erdê.

Saziya navborî hişyarî daye ku li dijî lehî û ba û bahozê tedbîrên pêwîst bên wergirtin û li cihên ku dê berf bibare jî ji bo qeşagirtina rêyan di çûnûhatinê de welatî hişyar bin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran dibare û ligel vê yekê ji ber ba û bahozê serbanên hejmarek mal û kargehan jî firiya ye. Herçiqasî heta niha zerareke canê nebûye lê zerara madî çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst