Baran û reşebayekê Akrê û Xebat daye ber xwe

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Akrê Xebat Reşeba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Polîsê Hawarçûnê yê navçeya Akrê ya Duhokê ji Rûdawê re ragihand, ji ber lehiyê av çûye nav zêdetirî 20 malan û beşeke tekyeya Şêx Ebdulezîz Geylanî ziyan dîtiye.

Her wiha li navçeya Xebat a Hewlêrê jî reşebayeke bihêz rabûye û baraneke gur dibariye.

Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, ji ber bahozeke xurt çend darên qedîm ji rehê xwe hilkişiyane û dîwarên çend malan jî hilweşiyane, her wiha ziyan gihîştiye Mizgefta Mezin a Beşîriyan a li Xebat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst