Ew 9 roj in 2 welatî li Şêladizê winda ne

Hewlêr (Rûdaw) – Ji du welatiyên nahyeya Şêladizê ya Duhokê ku ji bo çinîna giyan çûbûne çiyê, ew 9 roj in ti agahî nîne û winda bûne.

Roja 3ê Nîsana 2023an, du welatiyên ji nahyeya Şêladizê ya ser bi qezaya Amêdiyê ji bo komkirina giyayên biharê çûbûne çiyayên Dawûdkê yê li sînorê devera Barzan.

Navê yek ji wan kesan Ehmed Hesen, 35 salî û xelkê gundê Sîte ye, herwiha ewê din navê wî Arif Omer e, 40 salî ye û xelkê gundê Şacayê ye ku her du gund jî girêdayî nahyeya Şêlazidê ne.

Muxtarê gundê Şaca û xizmê yek ji wan welatiyan, Eyûb Hecî ji Rûdawê re ragihand, di du rojên destpêka çûna wan de telefonên wan vekirî bûn û roja duyem bi ximz û malabtên xwe re axivîne. “Lê dengê wan xirab bûye û wiha dixuya ku pirsgirêkek wan hebe. Paşê dengê wan nema û heta niha bêserûşûnin.”

Bi gotina Muxtarê gundê Şaca, ew du roj in ku malbat û xizmên wan du kesan aliyên têkildarî agahdar kirine. Eyûb Hecî dibêje, biryar wiha ye îro aliyên têkildarî bersiva wan bidin. Eyûb Hacî got: “Em nizanin çi hatiye serê wan û xizmên wan di nava tirs û dilgiraniyê de ne.”

Derbarê gumana xizmên wan her du kesan de ji bo çarenivîsa wan, Eyûb Hecî dibêje, navçeya ku ew her du welatî çûne wê derê, cihê şerê PKKê û Tirkiyê ye, Tirkiyê gelek caran ew navçe bombrbaran kiriye, lewra ew guman dikin ku ketin ber bombebaranê, lê hêj ew yek ne xuya ye.

Eyûb Hecî destnîşan kir, ew li benda aliyên pêwendîdar in daku bersiva wan bidin, an jî rê bidin wan daku ew bixwe li pey miriyên xwe bigerin.

Rêveberê nahyeya Şêladizê, Rizgar Obeyd jî ji Rûdawê re ragihand, 9 roj in ew welatî bêserûşûn in, lê belê xizmên wan di destpêkê de ti kes ji bûyerê agahdar nekirine.

Bi gotina Rêveberê nahyeya Şêladizê, ew du roj in aliyên pêwendîdar ji bûyerê hatine agahdarkirin û ji wê demê de dest bi lêkolînê kirine, lê belê hêj ti zanyarî derbarê çarenivîsa wan de nehatiye zanîn.

Di çar salên bihorî de bi sedema şerê navbera PKKê û artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, tenê li sînorê parêzgeha Duhokê 36 kesan jiyana xwe ji dest dane ku beşek ji wan xelkê Şêladizê û Dûrelûkê bûn.