YSKê berbijêrê Partiya Çep a Kesk red kir û lîste guherî

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Partiya Çep a Kesk Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku li Sêrtê berbijêrê Partiya Çep a Kesk (YSP) yê di rêza sêyemîn de ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ve hat redkirin, li şûna wî Abdullah Çetîn bû berbijêr.

Mehmet Kaysî yê ku ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve ji bo hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê, ji Sêrtê wek berbijêr hatibû diyarkirin ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ve hat redkirin.

Serlêdana Kaysî ji ber ku di 16ê Adara 2023an de ji erka xwe ya endamtiya Encûmena Giştî ya Parêzgehê îstifa nekiriye nehatiye qebûlkirin. Li ser vê yekê Endamê Komîteya Dîsîplînê ya Navenda Giştî ya Partiya Çep a Kesk Abdullah Çetîn li şûna wî di rêza 3yemîn de bû berbijêr.

Tuncer Bakirhan berbijêrê di rêza yekemîn ê Sêrtê yê Partiya Çep a Kesk e, û Sebahat Erdogan jî di rêza duyemîn de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst