11 kesên ji ber ava Çemê Munzurê asê mabûn hatin rizgakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 11 kesên ji ber ku ava Çemê Munzurê rabû li ser rêya Dêrsim-Pulurê asê man, hatin rizgarkirin.

Li parêzgeha Dêrsimê ji ber ku barana zêde barî li sê ciyên Çemê Munzurê av rabû.

Ji ber ku ava çêm rabû li ser rêya Dêrsi-Pulurê mînîbus û 11 kesên tê de asê man.

Li ser agahdarkirina tîmên peywendîdar bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîman bi alîkariya makîneya kar otomobîl û rêwî rizgarkirin kirin.

Ji ber ava çêm li hin cihan rê çû xwarê û hezaz çêbû.