Efrîn; Çekdarên Hemzat şivanek li gundê Kîmarê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Hemzat a girêdayî Tirkiyê şivanekî Ereb ê hawirde li gundê Kîmarê yê herêma Efrînê girtine.

Li gorî Afrîn Post ku binpêkirinên li dijî xelkê Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê belge û tomar dike, şivanê Ereb ê ku hatiye girtin, navê wî Uqba Hisên û 26 salî ye.

Hatiye ragihandin ku ew şivanê Ereb bi tohmeta pêwendiyê ligel Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hatiye girtin.

HRE hêzeke Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ye, û piştî ku di sala 2018an de Efrîn ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve hat dagîrkirin, ji bo şerê partîzanî û rizgarkirina Efrînê hatiye avakirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku dema şivanê navborî mîneke çandî li nêzîk gundê Kîmarê dîtiye, ew çûye û çekdarên grûpa Hemzat ji hebûna wê mînê agahdar kirine.

Lê çekdarên Henzat bi Fermandariya Fadî el-Betran, ew welatiyê 26 salî girtine û bi tohmeta pêwendiya ligel Hêzên Rizgariya Efrînê ew bi tundî îşkence kirine.