Zarokekî 12 salî di kanala avê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî xelkê Suriyê ket kanala avê û xeniqî.

Li gor agahiyan, li taxa Konuklu zarokê bi navê H.C. yê temen 12 salî ketiye kanala avê ya di vê taxê re derbas dibû û xeniqiye.

Ligel hemû hewldanên xelkê derdorê, nikarîne zarokê navborî rizgar bikin û zarok di avê de wenda dibe. Lê piştî hatina tîmên binavger, termê wî zarokî 2 kîlometre dûrî cihê bûyerê hat dîtin.

Bo pişkinîna otopsiyê termê wî zarokî bo Pizîşkiya Dadî ya Rihayê hat veguhestin.