Zarokekî 12 salî di kanala avê de xeniqî

12-04-2022
RÛDAW
Nîşan IHD Girtigeha Silivriyê Îşkence Îdir Kuştin Xelfelî Riha Kanala Avê Xeniqandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî xelkê Suriyê ket kanala avê û xeniqî.

Li gor agahiyan, li taxa Konuklu zarokê bi navê H.C. yê temen 12 salî ketiye kanala avê ya di vê taxê re derbas dibû û xeniqiye.

Ligel hemû hewldanên xelkê derdorê, nikarîne zarokê navborî rizgar bikin û zarok di avê de wenda dibe. Lê piştî hatina tîmên binavger, termê wî zarokî 2 kîlometre dûrî cihê bûyerê hat dîtin.

Bo pişkinîna otopsiyê termê wî zarokî bo Pizîşkiya Dadî ya Rihayê hat veguhestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst