8 roj in du taxên Kurdan li Helebê dorpêçkirî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 8 Roj in herdu taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê hêzên Sûriyê ve bi sedema nakokiyên Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a li ser mazotê dorpêçkirî ne.

Hêzên hikûmeta Sûriyê herdu taxên Kurdnişîn, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li bajarê Helebê ev 8 roj in dorpêç kirine. Tora Medyayî ya Rûdawê bi çavkaniyên taybet li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kete pêwendiyê û zanyariyên herî nû di vê derbarê de wergirtin.

Li gor çavkaniyên taybet bi Rûdawê, ji roja Sêşema borî 5ê Nîsanê ve, heta nîvroja Sêşemê, 12 Nîsanê, dorpêç her wek xwe berdewam bûye û qet rê nehatiye dayin ku ard û keresteyên din ên sereke derbasî nav herdu taxên Kurdnişîn bibin.

Li gor çavkaniyên taybet bi Rûdawê, sedema vê dorpêçê nakokiyên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser ên li ser mazotê ne. Hikûmeta Sûriyê daxwazê ji Rêveberiya Xweser dike ku pişka mazotê ji bo wê zêde bike.

Derbarê vê dorpêçê de, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî. Eger ev dorpêç berdewam bike dibe ku bibe sedama karesatekê mirovî ku piraniya niştecihên wan taxan penaberên Efrînî ne. ”

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Ibrahîm Şêxo got: “Ev dorpêça Sûriyê ya li ser herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ev 8 roj in berdewam in. Em dizanîn ku ard, sotemenî û şîrê zarokan derbasî wan taxan nabin.

Li hember dorpêça herdu taxên Kurdnişîn li Helebê, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser 5 roj e firneya bajarê Qamişlo ya ser bi hikûmeta Sûriyê dorpêç kirine û karê wê rawestandine. Asayişê herwiha rêya Balafirxaneya Qamişlo li ber çûn û hatina hêzên hikûmeta Sûriyê qut kiriye.