Necat Zivingî: Îslam bi destê artêşên Ereb hatiye Kurdistanê

12-04-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Necat Zivingî Kurd Îslam Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û lêkolînerê Kurd Necat Zivingî di derbarê misilmanbûna Kurdan de got “Îslam bi destê artêşên Ereb hatiye Kurdistanê û axa Îranê.”

Necat Zivingî diyar kir ku di serdema mîrektiyên Kurd de zimanê Kurdî weke zimanekî zanistê şîn dibe û dibêje “Ev ziman saya mîrektiyên Kurd belav dibe.”

Lêkolîner û nivîskarê Kurd Necat Zivingî beşdarî bultena Rûdawê ya Paşîvê bû behsa dîroka misilmanbûna Kurdan, bandora medrese û mîrektiyan li ser netew û zimanê Kurdî kir.

Li ser misilmanbûna Kurdan de Necat Zivingî got “Di sedsala 7an de îslamiyet bi destê artêşên Ereb hat Kurdistanê û axa Îranê. Di serdema hetaya cenabê pêxember de îslam neçûye derveyî cezîra Erebistanê û bi rastî em rastî hewleke pexember ya bi wî rengî jî nayên. Tenê demekê misilman ji bo parastina jiyana xwe diçin Hebeşistanê. Li wê derê wek teblixek, wek belavkirina îslamê nayê dîtin. Wekî din pêxember di dawiya temenê xwe de nameyan bo hinek melîkên welatan dişîne ku bibin misilman, tenê wan vedixwîne bo daweta îslamê qebûl bikin. Du caran jî xeberê distînin ku artêşa Bîzansê bi ser Erebistanê ve tên, wê demê diçin pêşwaziya wan dikin. Ji bilî vê em rastî wê yekê nayên ku di dema cenabê pêxember de îslam cûbe derveyî Erebistanê.”

Zivîngî da zanîn ku piştî wefata pêxember, ji ber ola îslamê di nav Ereban de hevgirtineke xurt pêk tê Ereb derdikevin dervekî Erebistanê.

Herwiha Zivingî diyar kir ku îslam di dema xelîfe Omer de li ser destê artêşê hatiye Kurdistanê.

Li aliyê din lêkolînîner Zivîngî ragihand ku dîroknasên misilmanan di pirtûkên xwe de bi berfirehî behsa wê yekê dikin ku artêşên Ereban çewa hatine Kurdistanê û axa Îranê û çi qewimiye û wiha berdewam kir “Wek mînak min di pirtûka xwe de yek bi yek sal bi sal li Kurdistanê li ku derê çi şer qewimiye cih daye wan. Di pirtûkên dîroknasan de ev şer weke di navbera Kurdan û artêşa Ereban de qewimiye hatiye binavkirin. Wekî Kurd hatine binavkirin.”

Necat Zivingî amaje bi yekê kir ku wê serdemê desthilata Kayos hebûye û têk çûye û Kurd 2-3 qer bê hikumraniyeke mezin mane û got “Wê demê li aliyek Bîzans heye wek dewleteke mezin û li aliyekîn din jî Sasanî hene ku Persî hikumran in, lê belê ev bixwe jî bi tevahî ne desthilatdarê Kurdistanê bûn. Dema ku em di dîrokên Ereban de dixweynin, em dibînin ku li Kurdistanê ew şerên ku qewimîne gelekê wan bi pêşengiya Kurdan qemimîne. Wek mînak diroknasan nivisandiye li filan deverê Kurdan li hember artêşa Ereban serî hilda û hemû bajar dagir kirine. Di vir de em nabînin ku behsa Sasaniyan û Bîzansê tê kirin. li vê derê em fêm dikin ku Kurd dîsa di welatê xwe de di xaka Kurdistanê de wek mîrektiya û bajardewletan dîsa hebûne.”

Di derbarê rola mîr û medreseyan li ser netewiyetê û zimanê Kurdî de jî Necat Zivingî wiha dibêje “Medrese li hemû welatan bi têgihiştina belavkirina Erebî ava bû. Di serdema Selçûkiyan de jî medreseyên Nîzamiye avakirin. Ji van medreseyan jî şaxa Nîzamiye ya mezin li bajarên Kurdan bi taybet li Cizîra Botan hat vekirin. Bingeha medreseyan bi vî awayî çêbûn. Ji ber wê yekê di medreseyan de ziman Erebî bû. Mufredata medresyan bixwe fêrkirina Erebî ye. ji bilî vê fikir, felsefe, têgihiştineke zêde tê de nine ji ber wê yeke di medreseyan de fikra neteweyetî bi pêş neketiye.

Piştî desthilata Ereban qels bû hemû miletan li deverên cuda cuda desthilatên xwe avakirin, Kurdan jî weke Hezbanî, Rewadî, Şedadî, Merwanî dewletên xwe avakirin. Piştî dewletên Kurdan jî têk çûn êdî mîrektiyên Kurd hatin damezirandin. Di serdema mîrektiyên Kurd de em dibînin ku êdî zimanê Kurdî weke zimanekî zanistê şîn dibe. Lê ev ziman bi rastî divê em vê rastiyê jî qebûl bikin ev ziman saya mîrektiyên Kurd belav dibe. Ji ber çi? Kesên ku bi Kurdî nivîsandine bi giştî ji malên mîr û began in.

Ehmedê Xanî xwestiye hizra neteweyî di medreseyên ku Erebî jî fêr dikin de cih bigre, ji ber wê yek Ehmedê Xanî yekem car zimanê dîn kiriye Kurdî. Wek mînak Nûbihara Biçûkan û Eqîda Îmanê bi Kurdî nivîsandiye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst