Dikandar û bazariyên Urmiyê dibêjin hikûmet alîkariya wan nake

12-04-2021
RÛDAW
Dikandarên Urmiyê giliyan li hikûmeta Îranê dikin, ku di serdema coronayê de alîkariya wan nake.
Dikandarên Urmiyê giliyan li hikûmeta Îranê dikin, ku di serdema coronayê de alîkariya wan nake.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber zêde belavbûna vîrusa coronayê li bajarê Urmiyê, tevahiya bazarên vî bajarê Rojhilatê Kurdistanê bi biryara hikûmetê hatine girtin, lê dikandar û bazarî ji biryarê nerazî ne û dibêjin, hikûmetê tevahiya zehmetî û giraniya bare kontrolkirina coronayê xistiye ser milê xelkê.

Di çarçoveya biryar û rênimayên hikûmetê jibo kontrolkirina belavbûna vîrusa coronayê, bazara mezin a sergirtî ya Urmiyê jî hatiye girtin. Ji par ve heya niha ew cara pêncem e ku ew bajar tê girtin. Girtina wê bazarê tê wê wateyê ku metirsiya coronayê li Urmiyê gihîştiye lûtkeyê.

Li gor rayedarên xwecihî yên parêzgehê û yên hikûmeta navendî û herwiha bi gotina hejmarek ji xelkê, ew rewş ji xemsariya xelkê di mijara xweparastinê de û bi taybet jî di dema cejna Newrozê de çêbûye.

Dikandar û bazariyên bazara Urmiyê dibêjin, barê giran ê girtina deriyên dikanan û bazaran tenê li ser milê wan bi xwe ye û hikûmet berpirsyariyên xwe pêk nahîne.

Ew dibêjin, divê ew kirêya dikan bidin û debara jiyana xwe peyda bikin lê hikûmet ti alîkariya wan nake, bi awayekê ku wergirtina deynên bankî jî nedaye paş.

Beriya du salan hikûmetê biryar dabû ku alîkariya dikandaran bike, lê ew biryar hêj nehatiye cîbicîkirin, vegerandina deynan jî nehatiye paşxistin. Xwediyên milkan jî ti guvaşek li ser wan nîne daku kirêyan kêm bikin.

Girtina dikan û bazaran di demekê deye, ku fermangeh û saziyên hikûmetê vekirî ne.

Ji roja şemiyê ve bo dema 10 rojan, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dikan û bazarên wan bajarên ku di rewşa sor a coronayê de ne, hatine girtin.

Bi gotina berpirsên Tendirustiya Îranê, heftiya bê encama geşt û seyranên di dema cejna Newrozê de dê aşkere bibe û dê rewşa welat di warê belavbûna coronayê de xirabtir bibe.

Herî dawî li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 764 kes bi vîrusa coronayê ketine û 13 kes ji pêketiyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Îranê di amarên roja yekşemiyê de ragihand, ku li seranserî welat 21 hezar û 63 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Covid-19 hatine tomarkirin û 258 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst