Papa Francis peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê re şand

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis di derbarê serdana ya bo Herêma Kurdistanê de peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de dibêje: “Ew rojên ku min li gel derbas kir, min hest kir ew fireh olî, fireh kultûrî û fireh neteweyiya civaka Iraqî heye, piştevaniyeke mezin ya we û cîhanê ye jî.

Papayê Vatîkanê Papa Francis ku 5-7ê Nîsana îsla serdana xwe ya bo Herêma Kurdistan û Iraqê kiribû peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

Papa Francis di peyama xwe dibêje ku ew spasiya Nêçîrvan Barzanî dike ku bi germî li Kurdistanê hate pêşwazîkirin.

Di nameya ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî de, Papayê Francis pesnê kultûra pêkvejiyan û tebayî û hevdû qebûlkirina di navbera ol û pêkhatên li Herêma Kurdistanê dike.

Teksta peyama Papa Francis ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandî:

Cenabê Serok birêz Nêçîrvan Barzanî yê hêja!

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê

Silavekî birayane…

Xweşhalim silavên xwe yên birayane pêşkêşî cenabê we bikim û hêviya aramiyê ji bo we û gelê we yê xweşewîst bixwazim. Hêvîdarim hûn bi xwe û tevahiya hevkarên we herdem bi tendirustî û selametî bin.

Hez dikim ji bo cenabê we û tevahiya karbidestên li gel we û hemû gelê Iraqê, bi taybetî nîştecihên xweşewîst ên Kurd, hestên xwe yên kûr, yên spasguzariyê ji bo wê pêşwazî û mêvandariya germ derdibrim ku we li min û şanda li gel min kir. Herwiha hêvîdarim silav û rêzên min bi cenabê birêz Mesrûr Barzanî Serokê Encumena Wezîrên Kurdistana Iraqê bigihînin. Spasiya we dikim ku we bi xwe beşdariyê li nimêj û pîrozbahîkirina me ya li Yarîgeha Franso Herîrî li Hewlêrê kir, ewe nîşana giyana tebayî û lêborînî û birayetî û miroviya we ye.

Ew rojên ku min li gel we derbas kir, min hest kir ew fireh olî, fireh kultûrî û fireh neteweyiya civaka Iraqî heye, piştevaniyeke mezin a we û cîhanê ye jî. Îro çaverêyî li Iraqê bi giştî tê kirin û bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn bidin xûyakirin ku ji bilî hemû cûdahiyan ve jî dikarin bi pêkveyî û bi hevre çareserkirinê hevkar bin li binyatnana jiyana medenî û bihêzkirina peywendiya birayetî û alîkariya bi navê başî û aştî û geşiya li hêviya paşerojeke baştir de.

Cenabê Serok!

Dixwazim spasiyên xwe yên rastgoyane derbibrim bo wan hemû karên ku we bi navê cêgîrkirina aştiyê de encam daye û encam didin û pêşkêşî wan hemû ol û pêkhateyên civakê dikin. Spasiya we dikim û nifşên din jî ji bo wan karên we yên baş yên li xizmeta başiya giştî de spasiya we dikin.

Ez daxwazê ji Xwedayê mezin dikim, ku alîkarê wê be û rê bide rastî û dadwerîyê ya ku we daye ber xwe û tendirustî û selametî û pêşketin û pêşxistina berdewamiyê bi we bibexşê.”