Li Dêrika Hemko pêketina bi Coronayê ji %200 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrika yê Rojavayê Kurdistanê rêjeya pêketina bi Korona 200% zêde bûye.

Di dema du hefteyên derbasbûyî de hejmara pêketina bi Coronayê li Rojavayê Kurdistanê bi giştî zêde bûye û li bajarokê Dêrikê rêjeya pêketinê 200% zêde bûye.

Li gor berpirsên tendirustî yên wî bajarî, sedema zêdebûna pêketina bi Korona pabendnebûna xelk bi biryar û rênimayên desteya tendirustiyê ye.

Niha li nexweşxaneya Dêrikê 13 kes têne çarerserkirin, 3 ji wan di beşa çavdêriya hûr de ne. Li nexweşxaneya Dêrikê 9 amûrên henasedana deskird ango menfese hene.

Ji aliyekî din ve, berpirsên tendirustî li Heseke aşkere dikin ku pêwîstiya wan bi navendeke din ya wergirtina nexweşên Korona heye ji ber ku rêjeya pêketinê zêde bûye bi awayekî rojane 70 heya 100 kes bi Korona dikevin.