HRE: 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - HREyê kuştina 3 serbazên Tirkiyê li herêma Efrînê ragihand.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê şer û êrişên li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, şervanên HREyê roja 11ê Nîsanê, li navçeya Şêrawa ya Efrînê, serbazên Tirkiyê armanc girtine û herwiha êrişeke sabotajê encam dane.

Li gor daxuyaniya HREyê, “di encama van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn” û hatiye belavkirin ku 3 wesayît jî hatine jinavbirin ku 2 ji wan doçka lê barkirî bûn.

HREyê aşkere kiriye, “Ev her du çalakî ji bo tolhildana 3 hevalên me (Egît Şerqiya, Ferman Bilbilê, Xabûr Efrîn) yên ku di êrîşa 10ê Nîsanê ya li ser navçeya Şêrawa de gihîştibûn şehadetê, hatine lidarxistin."