Tirkman du kesan ji bo Parêzgariya Kerkûkê berbijêr dikin

12-04-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkman Parêzgarî Kerkûk
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Partiyên Tirkman li Kerkûkê amadekarî kirine ku vê carê kesekî ji xwe, bikin parêzgarê Kerkûkê, wan 2 berbijêr jî diyar kirine. 9 kursiyên wan di Encûmena Parêzgehê de hene û dibêjin, wan 6 endamên Ereb jî razî kirine.

 

Xeta sor a Encûmena Erebî li ser kesekî tine ye, bi mercekî ku "xizmeta Kerkûkê û xelkê wê" bike. Aliyên Kurd jî ji bo parêzgariya Kerkûkê li ser kesekî li hev nekirine, lihevnekirin û nakokiyên siyasî temenê parêzgarê Ereb ê bi wekalet dirêj kiriye, her çende Kurd bi awayekî berdewam dozên erebkirinê li Kerkûkê vedikin.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, Serokê Partiya Tirkmanelî Riyaz Sarî Kehye û Serokê Encûmena Eşayîrê Tirkman Feyzullah Sarî Kehye ji bo posta parêzgariya Kerkûkê berbijêr in.

 

Serokê Partiya Tirkmanelî Riyaz Sarî Kehye ji Rûdawê re ragihand: “Tirkman bû sal û nîvek dibêjin bila carekê parêzgarê Kerkûkê ji Tirkmanan be, daku rewşa derûnî ya Tirkmanan baş bibe, Ereb dibêjin îtiraza me li ser vê tine ye û em piştgiriya we jî dikin, eger hûn wê postê werbigrin, em dê kêfxweş bibin.”

 

Pêkhateya Ereb ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê posta Parêzgariya Kerkûkê bi wekalet di destê wan de ye, li ofîsa UNAMI ya Kerkûkê mercên xwe ji bo daxwazên Tirkmanan îmze kirine.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Erebî ya Kerkûkê Hatem Taî dibêje: “Em weke pêkhateya Ereb, li bendê ne ku parêzgarê nû yê Kerkûkê parêzgarekî wisa be ku ji bo xelkê Kerkûkê be, xeta me ya sor li ser kesekî tine ye, bi wî mercî ku bi rêya rêkeftina li nav encûmenê be, hemû alî li ser wî kesî razî be.”

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku bi 15 kursiyan, li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê herî zêde endamên wê hene, çarenivîsa parêzgariya Kerkûkê ji rêkeftina PDK û YNKê re hiştiye.

 

Berpirsê Liqa 3 ya PDKê ya li Kerkûkê Mihemed Xurşîd diyar kir: “Ji bo vê mijarê em weke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pabendî wê gotûbêjê ne ku di navbera Cenabê Serok û Kak Kosret de hatiye kirin, piştî diyarkirina berbijêran, ji bo biryara dawî dê biçe Fraksiyona Birayetî ya li Encûmena Parêzgehê û ew dê biryarê bidin ku kî dibe berbijêr û parêzgarê nû.”

 

Ji 41 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, di çarçoveya lîsteya Birayetî de 26 kursiyên aliyên Kurdistanî hene, hejmarek wisa ye ku 5 kursî zêdetir e daku civîna asayî ya Encûmena Parêzgehê birêve biçe û parêzgar were hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst