Şêwirmendê Erdogan bi Celal Talebanî re civiya

12-04-2017
Rûdaw
Nîşan Celal Talebanî Îlnur Çevik Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevik li bajarê Silêmaniyê bi Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî re hevdîtinek pêk anî.

 

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevik hat bajarê Silêmaniyê û serdana Serokê giştî yê YNKê Celal Talebanî kir. Serdan li ofîsa taybet a Talabanî pêk hat.

 

Li gorî medyaya YNKê şêwirmendê Recep Tayyip Erdogan, silavên Erdogan ji Talebanî re aniye û ew rewşa tendirustî ya Talebanî ji nêzîk ve dişopîne.

 

Li gorî nûçeyê Çevik amaje bi vê yekê kiriye ku yek ji sedemên kûrbûna pirsgirêkên li herêmê nebûna Talabanî ye û ew di aramkirin û çareserkirina mijarên di navbera Tirkiye û Iraqê de xwedî ezmûneke girîng bû.

 

Çevîk Talabanî weke siyasetmedarek û dîplomateke bibandor binav dike û dibêje, pêwîstiya Kurdistanê bi wî heye.

 

Hat ragihandin ku Talebanî jî ji serdana Çevik sipasiya wî kiriye.

Di hevdîtinê de Balyozê Bukreşê yê Iraqê Hisên Sincarî jî amade bûye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst