Piştî biryara Barzanî, êrişkarên ser Ferhad Pîrbal hatin girtin

13-04-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Barzanî Ferhad Pîrbal Êrişkar Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî fermana Barzanî ya ji bo girtina êrişkarên ser rewşenbîrê Kurd, Ferhad Pîrbal, Polîsê Hewlêrê ragihand: “Her du kesên êrişkar ji aliyê hêzên polîs ve hatin desteserkirin.”

 

Rêveberê Polîsê Hewlêrê, lîwa Ebdulxaliq Telet di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re aşkere kir: “Piştî ku roja çarşemiyê 12ê Nîsana 2017ê, du kesan êriş kire ser Ferhad Pîrbal, her du kes paşê ji aliyê hêzên Polîsê Hewlêrê ve hatin desteserkirin.”

 

Ebdulxaliq Telet diyar kir: “Derbarê çawaniya bûyerê de, dest bi lêkolînan hatiye kirin.”

 

Êrişa li ser Ferhad Pîrbal li Herêma Kurdistanê gelek karvedan (bertek) li pey xwe anî û nerazîbûnek tund li dijî wê bûyerê hat nîşandan.

 

Demek kurt piştî belavbûna nûçeya êrişkirina ser Ferhad Pîrbal, Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bûyerê daxuyaniyek weşand û tê de biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo girtina kesên êrişkar aşkere kir.

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di vê daxuyaniyê de ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê agahdarê vê mijarê ye û bi vê bûyerê dilgiran e û dezgehên têkildar erkdar kiriye, ku encamderên êrişê desteser bikin.”

 

Umêd Sebah herwiha daye xuyakirin, “Barzanî ferman daye ku kesên êrişkar radetsî dadgehê werin kirin, da ku li gorî yasayê serederî bi wan re were kirin.”

 

Herwiha Qayimeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd jî li ser wê bûyerê bertek nîşan da û ragihand: “Ew karê kesên çekdar ku li bajarê Hewlêrê li hember Ferhad Pîrbal kirine, karekî kirêt e û nayê qebûlkirine.”

 

Nebez Ebdulhemîd got: “Me ji aliyê xwe ve, asayişa nav bajêr û Binkeya Polîsê Xaneqayê rasipartiye ku lêkolînê li ser bûyerê bikin. Ferhad Pîrbal jî li Binkeya Polîsê Xaneqayê gilî tomar kiriye.”


Ebdulhemîd tekez kir: “Em bi wê bûyera ku li Hewlêrê rû daye, dilgiran in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst