Barzanî fermana girtina êrişkarên ser Ferhad Pîrbal da

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da, ew her du kesên ku îro li bajarê Hewlêrê êrişî rewşenbîrê Kurd, Dr Ferhad Pîrbal kirin, bi zûtirîn dem werin girtin û werin dadgehîkirin.

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ev biryara Barzanî aşkera kir.

 

Umêd Sebad ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê agahdarê vê mijarê ye û bi vê bûyerê dilgiran e û dezgehên têkildar erkdar kiriye, ku encamderên êrişê desteser bikin.”

 

Umêd Sebah herwiha daye xuyakirin, “Barzanî ferman daye ku kesên êrişkar radetsî dadgehê werin kirin, da ku li gorî yasayê serederî bi wan re were kirin.”