Ferhad Pîrbal li Hewlêrê rastî êrişê hat: Polîs û Qayimeqam daxuyanî dan

12-04-2017
RÛDAW
Ferhad Pîrbal ji Rûdawê re behsa êrişa li ser xwe kir.
Ferhad Pîrbal ji Rûdawê re behsa êrişa li ser xwe kir.
Nîşan Kurdistan Hewlêr. Ferhad Pîrbal. Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşenbîr û kesatiyê Kurd Ferhad Pîrbal îro li Hewlêrê ji aliyê du kesên çekdar ve rastî êrişê hat. Rêvebirê Polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet jî dibêje: “Ferhad Pîrbal doz li dadgehê vekiriye û dê rêkarên yasayî li hember wan kesan were cîbicîkirin, ku li Pîral xistine.” Qayimeqamê Hewlêrê jî dibêje: “Karkeî kirêt bû û nayê qebûlkirine.”

 

Piştî ku îro 2 kesan li nav bajarê Hewlêrê li rewşenbîr û kesatiyê Kurd, Ferhad Pîrbal dan û ew birîndar kirin, Rêveberê Polîsê Hewlêrê û Qayimeqamê Hewlêrê li ser bûyerê daxuyanî dan.

 

Rêveberê Polîsê Hewlêrê, Lîwa Ebdulxaliq Telet ji Rûdawê re ragihand: “Gelek caran gotarên Dr. Ferhad Pîrbal li bazar û cihên giştî dibin sedema çêbûna arîşeyan û ji aliyê xelkê ve tûşî arîşeyan dibe. Niha kesê navborî tûşî vê arîşeyê bûye û di çarçoveya yasayê de ew dosya ji bo Binkeya Polîs a Xaneqa li Hewlêrê hatiye şandin, ku li sînorê vê binkeyê ew bûyer qewimiye.”

 

Ebdulxaliq Telet got: “Dr. Ferhad Pîrbal doza yasayî tomar kiriye û îfadeyên wî hatine wergirtin. Rêkar dê werin cîbicîkirin, li hember her kesekî ku ew kar li hember Dr. Ferha Pîrbal kiribin.”

 

Telet tekez kir: “Gilî hatiye tomarkirin û dê dadgeh biryarê li ser bide û rêkarên yasayî dê werin cîbicîkirin.”

 

Qayimeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd jî li ser wê bûyerê ragihand: “Ew karê her du keêsn çekdar ku li bajarê Hewlêrê li hember Ferhad Pîrbal kirine, karekî kirêt e û nayê qebûlkirine.”

 

Nebez Ebdulhemîd got: “Me ji aliyê xwe ve, asayişa nav bajêr û Binkeya Polîsê Xaneqayê rasipartiye ku lêkolînê li ser bûyerê bikin. Ferhad Pîrbal jî li Binkeya Polîsê Xaneqayê gilî tomar kiriye.”

 

Ebdulhemîd tekez kir: “Em bi wê bûyera ku li Hewlêrê rû daye, dilgiran in.”

 

Derbarê nasnameya êrişkaran de jî, Qayimeqamê Hewlêrê diyar kir: “Heta ku niha nasnameya wan du kesan nayê zanîn, lê belê karê ku wan kiriye, ne hêja ye û bi ti awayî nayê qebûlkirine.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst