Şahmaran gundeke Elîhê dagir kirin

12-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Êlih (Rûdaw) - Li gundê Ulaşê yê Kercewsa navçeya Batmanê stara gundiyan ji destê şahmaran nemaye û gundî naçar mane û nizanin çi bikin.

Gundê Ulaşê ji aliyê şahmaran ve hatiye dagîrkirin û herî zêde jî bi şev derdikevin. Gundî dikin û nakin xwe ji şahmaran xilas nakin. Jinên gund ji sere sibehê heta êvarê bi firçe û melkesan malên xwe ji şahmaran paqij dikin. Mêr jî mal û bexçe û kolanan derman dikin.

Gundî dixwazin ji vê pirsgirêkê re çareseriyek bê dîtin û ji vî derdî rizgar bibin.

Muxtarê gund Nurî Guneş jî da zanîn ku 4-5 sal dibe di mehên biharê derdikevin hole û ew bêzar kirine.

Muxtarê gund Nurî Guneş  wiha got: "Bi taybetî di vê mehê de, ev çilpêyên han dema tarîk dikeve heta sere sibehan nav hemû mal û kolanan dorpêç dikin. Yanî aliyên peywendîdar kî bin tişta pêwîst divê were kirin. Ji be rem hemû mexdûr in. Bêhna wan nexweş e, dikevin nav avê, hundirê malan, ji xwe eger bikevin nav xwarinê êdî nema tê xwarin."

Gundî bi derfetên xwe, di tarîka şevê de nav mal û kolanan derman dikin, lê wek ew dibêjin evna ne çareserî ye û divê çareseriyek ji wan re bê dîtin ku zêdeyî 4 salan dibe rûbirûyê vê belayê bûne.

Alîkarê Rêveberê Bajêr ê Xwerak, Çandinî û Ajeldariyê yê Batmanê Halil Ruzgar, dibêje ku wek tedbîr divê ritubet were ziwakirin, dîwar werin kilskirin û derman pêwist bên bikar anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst