Nêçîrvan Barzanî ligel Kildan û Aşûriyan dicive

12-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana aliyên Aşûrî û Kildanî kir.

Nêçîrvan Barzanî îro sibehê gihişte avahiya komeleya rewşenbîrî ya kildanî li bajarokê Enkawe yê ser bi Hewlêrê ve û ligel aliyên Kildan û Aşûrî civiya.

Di civînê de wê her du alî derbarê avakirina kabîneya heştem a hikûmetê de de gotûbêjan bikin.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, encûmena gel a kildanî û aşûrî wê posta aliyên aşûrî di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst