Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Têşberunê ya parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna du malbatan de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Miştaliyê yê navçeya Têşberûnê Îdirê di navbera du malbatan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî demek ji nîqaşê her du malbat pev çûn.
Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn û 4 kesên bi navên Şevket B., Azat B., Firat M. û Mehmet M. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Lê belê ji birîndaran ŞevketB. yê 67 salî tevî hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û li derdora gund tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Her wiha hat ragihandin ku derbarê bûyerê 3 kes hatin desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse