AMED – Minîbusa xwendekaran qulibî: 9 birîndar

12-03-2024
Nîşan Amed Qeza Xwendekar Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê minîbusa ku xwendekar dibirin navenda rehabîlîtasyonê wergeriya şerampolê.

Di qezayê de 4 jê zarok, 9 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku şofêrê wê M.A. bû li ser rêya Amed û Farqînê ji kontrolê derket û wergeriya şerampolê.

Li ser agahîdayînê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîman 9 birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst