Dadgehê cezayê heta hetayê lê biribû: Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan

12-03-2024
RÛDAW
Nîşan Halîl Şek Girtiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê ji Îdirê Halîl Şek piştî 30 salan hat berdan.

Girtiyê Kurd Halîl Şek sala 1994an li parêzgeha Îdirê hatibû desteserkirin.

Li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “nehiştina yekitî û yekparçeyiya dewletê” hat darizandin û 30 sal cezayê heta hetayê yê girtîgehê lê hat birîn.

Halîl Şekê ku 30 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma, ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Tekîrdagê hat berdan.

Halîl Şek li ber girtîgehê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku Şek dê biçe bajarê xwe Îdirê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst