'Derfet û dewlemendiyên ku li welatê me hene têra me hemûyan dikin'

12-03-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nasuh Sevînîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Encûmena Şaredariya Şirnexê yê HUDA PARê Nasuh Sevînîk got, “Welatê me welatekî dewlemend e aştî û aramî çêbibe ev dewlendî têra me hemûyan dike.”

Berbijêrê Encûmena Şaredariya Şirnexê yê HUDA PARê Nasuh Sevînîk derbarê projeyên partiya xwe de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Nwêner Fatîh da.

Nasuh Sevînîk da zanîn ku, wan berbijêrên xwe derxitine û hemû amadekariyên xwe jî kirine ku beşdarî hilbijartinan bibin

Di derbarê bajarê Şirnexê de jî Nasuh Sevînîk diyar dike ku bajarê Şirnexê di warê petrol û kanên din de dewlemende û eger dewlemendiya wê parêzgehê ji wê parêzgehê re bê bikaranîn, wê sûdeke mezin bigihîne xelkê.

“Ji her tiştî giringtir divê aramî û aştî çêbibe”

Nasuh Sevînîk tekez kir ku ji bo xizmetguzarî û peydakirina derfetên kar divê aştî û aramî çêbibe û wiha anî ziman:

“Ji her tiştî giringtir divê aramî û aştî çêbibe da ku sermayedarek bikaribe sarmayeguzariyê bike, yekî ku bixwaze fabrîqe ava bike, ew îmkan jê re çêbikin, ên ku bixwazin îstixdamê bikin ew îmkan ji wan re çêbibin. Pêşî ev ji me re lazim e.

Ji ber wê yekê ji aliyê siyasî ve hedefa me ya sereke em li welatê xwe di nav miletê xwe de vê yekê ava bikin.”

“Ev dewlemendî têra me hemûyan dike”

Herwiha sevînîk bal kişand ser hebûna petrol û kanên li herêmê ku dikarin pêşiya welêt vebikin û wiha pê de çû:

“Em hevdû qebûl bikin. Ev îmkanên hanê wê ji me re bibe wesîleya pêşiya miletê me û welatê me vebibe.

Ji aliyê aborî ve, ji aliyê karî ve welatê me welatekî dewlemend e. Waye petrol deketiye, madenên me hene.

Ji aliyê çandiniyê û ajeldariyê ve her îmkanên me hene. Deşt û zozanên me hene, dîrokeke me ya qedîm heye, ferhengekeke me ya qedîm heye.

“Em xwe wekî navenda însaniyetê qebûl dikin”

Em xwe wekî navenda însaniyetê qebûl dikin. Lewre Hz. Nûh hatiye vê derê û keştiya wî li vê derê sekiniye û mirovatî ji vê derê belav bûye.

Em dîsa dibêjin wexta ku ev aştî û aramî çêbibe, ev derfet û dewlemendiyên ku li welatê me hene têra me hemûyan dike û zêde ye jî.

Petrol bi tena serê xwe ji bo aboriya vî bajar û welatî derfeteke pir mezin e. Wekî din maden ji bo pêşketina vî bajarî derfeteke pir mezin e.

Eger em biakribin vê dewlemendiyê vegerînin welatê xwe têra me hemûyan dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst