Mêrdîn - Ji bo parastina tovên xwemalî dest bi komkirina tovan kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdînê welatiyek ji bo tovên xwemalî yên navçeyê biparêze tovên xwemalî yên sebze û fêkiyan kom dike.

Mihemed Şahîn wênegirekî xelkê Mêrdînê ye. Dema wî li gundekî Mêrdînê wêne digirtin hest bi wê yekê kiriye ku tov ango toximên xwemalî yên Kurdî li Mêrdînê kêm bûne.

Mihemed ji bo zêdekirina tovên xwemalî yên Kurdî li gundê Darzerkê yê Mêrdînê hewşekê datîne û dest bi komkirina tovan dike.

Xeyala Mihemed ew e, tovên sebze, mêwe û berhemên din ên xwemalî li nava Kurdan zêde bibe.

Li gorî gotina Mihemed tov divê li herêma ku lê tê berhemanîn were zêdekirin û li wir were parastin.

Lewre her tovek li gor siruşta wê herêmê ye.

“Divê tov li herêma xwe bimîne”

Mehmet Şahîn got, “Ev 3 sal in, min ev der ava kiriye. Ji destpêkê ve ez li dû vî karî me.

Ez li cem xwe zêde dikim. Divê tov li herêma xwe bimîne.”

Mihemed wekî nêçîrvanekî tovan e. Tovan berhev dike wan di mala xwe de bi cî dike.

Mala Mihemed wekî muzexaneyeke tovan e. Tovê her cure sebze, mêwe, ceh, genim û berhemên din di nava şûşeyan dene û ew şûşe jî di nava dolaban de têne parastin.

Mihemed dibêje di seyra dîrokî de girîngiya tovên xwemalî hebûye û her miletek, bajarek û taxek xwedî tovên xwe bûye.

“Tov çandek e”

Mehmet Şahîn diyar kir, “Tov çandek e, her miletek, her bajarek xwedî çandekê ye.

Tov jî di nava vê çandê de xwedî cihekî dîrokî ye. Ji ber wê yekê min da dû tovan û her ji destê min tê ez wan zêde dikim.

Demek wê were em dê li wan cihên toxim kêm in careke din zêde bikin.”

Bandora tovên li laboratûwaran a li ser tenduristiya mirovan jî di rojeva Mihemed de ye.

Lewre gelek berhemên xwirekê yên vê serdemê ji tovên laboratuwaran têne berhemanîn û ew jî di nav civakê de dibe sedema nexweşiyan.

“Tov ji bo tenduristiyê gelekî giring e”

Mehmet Şahîn li vê yekê jî wiha axivî, “Toxim ji bo tenduristiya mirovan gelekî girîng e.

Nexweşî pir zêde bûne. Sebzeyên em bikartînin divê ne yên bajaran bin divê yên gundan bin.

Ji bo ji hêla tendirustiyê mirov xwe ji nexweşiyan re amade bike. Bikaranîna sebzeyan jî di vî warî de gerîng e.”

Tovê herê kevin ê di destê Mihemed de tovekî 70-80 salî ye.

Wî ji pîremêrekî Mêrdînê stendiye ku malbata wî pîremêrî jî tovên berê di mala xwe de parastine.

Mehmet Şahîn wiha pê de çû, “Tovê herî kevn ê di destê min de tovekî 70- 80 salî ye.

Min ji pîremêrekî stendiye. Wî ji min re gotibû min ew ji bavê xwe wergirtiye.”