Li ser sînorê Riha û Rojava bi hinceta PYDyê 2 kes hat girtin

12-03-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Rojavayê Kurdistanê PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, bi “hinceta endamtiya PYDyê” 2 kes hatin desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ragihand, dema “2 endamên PYDyê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li ser sînorê Rihayê hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeyê operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin û derbarê kesên hatine desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li ser sînorê navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê û Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanê roja 24ê Kanûna Paşîna 2024an kesek, roja 4ê Kanûna Peşîna 2023yan kesek, roja 29ê Çiriya Pêşîna 2023yan kesek, roja 5ê Çiriya Paşîna 2023yan kesek û roja 19 Paşîna 2023yan jî kesekî din bi hinceta “endamtiya PYDê” hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst