Li Amedê pevçûn: 5 kes birîndar bûn

12-03-2024
Nîşan Amed Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê di navbera du malbatan de pevçûn derket, 5 kes birîndar bûn.

Şeva borî li Taxa Kaleyê ya Çêrmûgê di navbera 2 malbatên ku neyartiya wan heye de nîqaş derket.

Paşê her du malbat bi kevir, dar û çekan êrişî hev kir, 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahîdayînê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst