Amed: Îdîaya birîna sitûnên avahiya Galeriayê hat piştrastkirin

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Galeria
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îdîaya birrîna sitûnên avahiya Galeria ku di erdheja 6ê Sibatê de herifî bû û di encam de 89 kesan canê xwe ji dest dabûn bi dîmenan hat piştraskirin.

Li parêzgeha Amedê lêpirsîna Buroya Lêpirsîna Erdhejê ya girêdayî avahiya Galeria ku blokeke wê di erdheja Mereşê de herifî bû û bûbû sedema canjidestdana gelek kesan berdewam e.

Li gor agahiyên Buroyê çend dîmenên qata binî ku hawizê avjeniyê bûye hatine bidestxistin û li gor wan dîmenan sitûnên avahiyê hatine birrîn. Li gor dîmenan kûrahiya hawiz nêzîka 2 metre ye û tê xuyakirin ku li qadeke berfireh ti sitûn nînin.

Buroya navborî dibêje, kesekî bi navê M.K. ku endamê wê salona werzîşê bûye girêdayê îdîayên “birrîna sitûn û kêmasiyan” li dadgehê wek şahid hatiye guhdarkirin. Şahid gotiye 5 sal in diçe wê salonê û dîmenên sala 2019an hene û pêşkêşî dozgeriyê kirine. Piştî lêkolîna li ser dîmenan hatiye dîtin ku li salonê sitûnên avahiyê hatine birrîn.

Di çarçoveya lêpirsîna erdhejê de li parêzgeha Amedê heta niha li ser îdîayên birrîna sitûnan û kêmasiyan belênder jî di nav de 17 kes bi tawanê “bi qestî kuştinê” hatine girtin û bo 4 kesan jî biryara girtinê heye. Herwiha 23 kes jî bi kontrola edlî bi giştî 25 kes hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst