Kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê goristaneke dîrokî ya Kurdên Êzidî derxiste holê

12-03-2023
Heyder Doskî
Kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê goristaneke dîrokî ya Kurdên Êzidî derxiste holê
Kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê goristaneke dîrokî ya Kurdên Êzidî derxiste holê
Nîşan Bendava Mûsilê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 38 salan, ji ber kêmbûna asta ava Bendava Mûsilê, goristana gundê Xankê yê kevn a ser bi bajarokê Xankê derketine holê.

Şêx Xelat Xidir di 11 saliya xwe de xizmetkarê goristanê bûye, nav li ser goran dinivîsandiye. Niha jî piştî derketina goristanê ji ber kêmbûna asta ava Bendava Duhokê dîsa hatiye û bi boyaxê navan li ser goran dinivîse.

Şêx Xelat Xidir li ser goristanê got, “Bav û kalên me ev kara dikirin û em jî wisa dikin. Em bi meşê ji Xankê dihatin, her çend rê ji sedî sed ewle jî nebû lê em ji ber ku erka me bû ku em êvarên Çarşeman dihatin û li goristanê çirayên xwe vêdixistin.”

Tevî ku 38 sal in goristan di bin avê de mabû jî piştî derketina wê dîsa kesên ku mirovên wan di goristanê de hatin veşartin, diçin serdana goristanê.

Bendava Mûsilê di sala 1984an de li ser Çemê Dîcleyê hate çêkirin û şiyana wê ya 11 milyar metresêca hilgirtina av heye. Salekê piştî lêkirina bendavê gundê Xankê di bin avê de ma.

Kêmbûna baranê di çar salên borî de, tevî bernedana avê ji aliyê Tirkiyê ve û her wiha girêdayîbûna parêzgehên naverast û başûrê Iraqê bi bendavê ve, sedema sereke ya kêmbûna asta avê ye.

Kêmbûna asta avê dibistana kevn a gundê Xankê jî derxistiye holê. Cemîl Incûl ê yek ji xwendekarên wê dibistanê bûye got, “Hesteke xweş û bîranîneke baş e ku meriv bi bîr tîne. Min, li vir ji pola yekê heta pola pêncan xwend. Min paşê pola şeşan li dibistana gundê nû ku piştî vê dibistanê hatibû vekirin, qedand.”

Bendava Mûsilê li ser rûbera derdora 380 kîlometre çargoşe ye û gundên Girhol, Bilorsat, Girepor û bi dehan gundên din ên wê herêmê di bin avê de mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst