Hengaw: Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 134 kes hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan dibêje, di xwepêşandanên çend mehên borî yên Kurdan de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 134 kesan canê xwe ji dest dane û 9an ji wan di jêr îşkenceyê de canê xwe ji dest dana. Heft hezar û 500 kes jî hatine desteserkirin.

Li gor wê raporê, li parêzgeha Urmiyê 49 kes, Sine 43 kes, Kirmaşan 21 kes, Tehran 8 kes, Elborz 6 kes, Îlam û Xuresana Rezewî her yek 2 kes û li parêzgehên Qezwên, Hemedan û Merekezî her yek yek kes hatine kuştin.

Ji kesên kuştî, 6 ji wan jin bûn, 13 kes zarok û xort û 9 kes jî piştî hatine desteserkirin, li girtîgehan ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest dane. Di xwepêşandanên çend mehên borî de, 7 hezar û 500 xwepêşander hatine desteserkirin.

Hengaw dibêje, karîne nasnameya 2 hezar û 167 kesan piştrast bike. Ji vê hejmarê jî 220 kes ji wan jin û 191 kes jî zarok û xort bûne. Li parêzgeha Sine 776 kes hatine desteserkirin, li parêzgeha Urmiyê 660 kes, li Kirmaşan 360 kes û li Îlam 290 kes hatine desteserkirin.

Nerazîbûn û xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 17ê Îlona 2022an piştî veşartina termê Jîna Emînî li Goristana Ayçî ya Seqiz destpê kirin. Jîna Emînî roja 16 Îlona 2022an piştî 3 roj mana li Beşê Çavdêriya Hûr li nexweşxaneyeke Tehranê, canê xwe ji dest da. Jîna Emînî bi tohmeta pêbendnebûna danîna hîcabê ji aliyê Polîsên Rewiştê yên Tehranê ve hatibû desteserkirin û piştre li girtîgeha polîs rewşa wê ya tendirûstî têk çû.