Qedexeyên roja hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin belavkirin

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Qedexeyên Hilbijartinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê ragihand ku 14ê Gulanê li seranserê Tirkiyê dê serê sibehê demjimêr 08:00 dengdan destpê bike û demjimêr 17:00 heman rojê bidawî bibe.

Biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinan yên li ser demjimêrên dendanê, hejmara dengderên li herêma yek sindoqê û rêziknameya dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de bê cîbicîkirin di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Biryar û qedexeyên roja hilbijartinên 14ê Gulanê

- Ji demjimêr 06:00 heta 24:00 firotina alkolê qedexe ye

- Derveyî hêza emnî û asayîşê divê çek ligel kesî nebe

- Qahwexane, kafeyên înternetê û cihên giştî dê girtî bin. Tenê xwaringeh dê vekirî bin.

- Roja hilbijartinan piştî demjimêr 18:00an şahiyên zewacê dikarin bên kirin.

- Li gor biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinan heta demjimêr 18:00 qedexe ye ku di ragihandinê de li ser hilbijartin û egera encamên hilbijartinan texmîn û şîrove bên kirin.

- Desteya Hilbijartinan heman rojê dikare di navbera demjimêr 18:00 û 21:00 de girêdayî hilbijartinan nûçe û daxuyaniyan bide. Piştî demjimêr 21:00 jî dê hemû weşan azad bin û Desteya Hilbijartinan dikare demjimêra weşana azad beriya vê demjimêrê jî diyar bike.

Li gor biryarên hatine ragihandin eger hilbijartina serokkomariyê bo gera duyemîn bimîne dê 28ê Gulanê bê kirin û hejmara dengderên di sindoqekê de dengên xwe bikar bînin li parêzgeh û navçeyan dê 360 û 380 kes bibe. Li gundan eger hejmara dengderan 400î derbas neke dê bikaribin li ser sindoqekê dengên xwe bidin.

Desteya Bilind a Hilbijartinan doh ragihandibû ku 36 partiyên siyasî dikarin beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst