Encûmena Pîran a Fransayê deng li ser proje-yasaya temenê xanenişîniyê da

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Pîran a Fransayê deng li ser proje-yasaya bilindkirina temenê xanenişîniyê da û derbas kir. Di demekê de bi hezaran kes li dijî proje-yasayê xwepêşandanan dikin.

Êvara roja Şemiyê li Encûmena Pîran a Fransayê senatoran deng li ser proje-yasayekê dan ku temenê xanenişîniyê ji 62 salan dike 64 sal. Proje-yasa bi 195 dengên erê li beramber 112 dengên na hat derbaskirin. Ev jî pêngaveke ku egera bibe yasa zêdetir bûye.

Dengdan çend demjimêran piştî wê yekê hat kirin ku bi sedan hezar kes careke din li seranserê welat li dijî proje-yasayê xwepêşandan kirin û di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî derketin.

Piştî dengdanê Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne ji medyaya welatê xwe re got: “Qonaxeke girîng hat derbaskirin.”

Elisabeth Borne herwiha amaje bi wê yekê da ku piraniya parlamentoyê piştgiriya hikûmeta wê dikin daku proje-yasayê bike yasa.

Niha ku Encûmena Pîran deng li ser daye, lijneyeke parlamentoyê tê rasipardin daku reşnivîsa dawî ya proje-yasayê amade bike û bişîne Encûmena Nûneran û Encûmena Pîran ji bo cara dawî deng li ser bidin.