Rêveberiya Xweser 49 zarokên DAIŞê radestî Rûsyayê kirin

12-03-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Rêveberiya Xweser Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 49 zarokên bê dayik û bav ên zarokên endamên DAIŞê ne, radestî şandeke welatê Rûsyayê kirin.

Şandeke Rûsyayê ya bi serokatiya Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Marîa Lvova-Belova roja Şemiyê 11ê Adara 2023an serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Di civînê de behsa xemsariya dewletan di wergirtina welatiyên xwe yên malbatên DAIŞê hate kirin.

Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Marîa Lvova-Belova ragihand, Hikûmeta Rûsya wê hemû welatiyên xwe yên di kampên Rojavayê Kurdistanê de werbigire.

Di dawiya civînê de belgeya wergirtina 49 zarokên malbatên DAIŞê hate îmzekirin.

Her wiha roja 10ê Adarê jî şandeke welatê Sûdanê 2 jin û 3 zarokên malbatên çekdarên DAIŞê ji Rêveberiya Xweser wergirtibûn.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û %96 ji wan jin û zarok in, %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in. Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û dayikên wan di şer de hatine kuştin. 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst