Li Almanyayê salvegera dagîrkirina Efrînê hat bîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - “Destpêşxeriya Zeytûn” ji bo Efrînê çaremîn salvegera dagîrkirina wê bibîr anî.

Di çalakiyekê de, bi navê “Destpêşxeriya Zeytûn” ji bo Efrînê, Encûmena Hevahengiyê ku ji 84 sazî û rêxistinên sivîl pêk hatiye, li bajarê Bochum ê Almanya çaremîn salvegera dagîrkirina Efrînê bibîr anî.

Di wê çalakiyê de, binpêkirinên ku ji aliyê grûpên çekdar ve li Herêma Efrînê dibin, hatin bibîranîn û şermezarkirin. Hevdem di wê çalakiyê de, beşdarbûyên “Destpêşxeriya Zeytûn” daxwaz ji Civaka Navdewletî û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî kir ku, li hemberî wan binpêkariyên ku li dijî xalkê Efînê û bajar û bajarokên wê dibin, bêdeng nemînin.

Di çalakiyê de, hejmarek ji rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetiyên serbixwe û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn, û hejmarek ji gotaran jî hatin pêşkêşkirin.

20/01/2018 êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, bi navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê”, li dijî Herêma Efrînê hate encamdan, û roja 18/03/2018 navenda bajarê Efrînê, ji aliyê wan hêzên êrîşkar ve, hate dagîrkirin, û bi dirêjiya çar salên bûrî, bi sedan binpêkariyên li dijî mafên mirovan, ji aliyê wan hêzan ve, hatine encamdan û hêj berdewam in.