Diyarbekirspor gav bi gav ber bi şampiyoniyê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma keskesor Diyarbekirspor bi 47 pûanan di grûba yekemîn, di lîga 3'emîn de bû pêşenga lîgê. Di navbera wê û tîma herî nêzî wê de 2 pûan heye. Diyarbekirspor dixwaze pêşengiya xwe ya di lîgê de berdewam bike û di dawiya heyama îsal de bibe şampiyon. Eger tîma keskesor Diyarbekirspor bibe şampiyon dê rasterast derbasî lîga 2'emîn bibe.

Tîma keskesor Diyarbekirspor di lîga 3'emîn grûba yekemîn de, bi 47 pûanan bû pêşenga lîgê. Di navbera wê û tîma duyemîn Bucasporê de tenê 2 pûan heye. Ji bo ku bikaribe pêşengiya xwe ya di lîgê de berdewam bike, divê ji pêşbirga Yeşîlyurtsporê 3 pûanan bi dest bixe.

Serokê Tîma Diyarbekirsporê Turan Îlgîn, di van heftiyên dawiyê de ji bo çavdêriyê tê rahênana futbolîzan. Çavên wî hertim li ser rahênanê ye û dixwaze ev serkeftin her berdewam bike.

Serokê Diyarbekirsporê Turan Îlgîn li ser vê yêkê dibêje “Em ji her pêşbirgê re amadekariyeke cuda dikin. Yên bi pêş dikevin, yên pûan wenda dikin hene. Her pêşbirka me dê bi zehmetî derbas bibe. Li pêşiya me 9 pêşbirk hene. Lê di nava van de 2 pêşbirkên li pêşiya me gelek girîng e. Em dixwazin di hemû pêşbirkan de bi ser bikevin û bibin şampiyon”

Rahênerê Diyarbekirsporê Şenol Demîr, ev 6 meh in tîma keskesor dide xebitandin. Ji roja ku hatiye Diyarbekirsporê ve, tîm serkeftin li ser serkeftinan bi dest dixe. Ew dibêje tekane armanca wan heye; ew jî şampiyonî ye.

Rahênerê Diyarbekirsporê Şenol Demîr di derbarê armancên xwe de got “Li pêşiya me 9 pêşbirkên fînalê hene. Hemû jî pir girîng e. Her pûanek ji bo me weke zêr girîng e. Ev 8 sal in em nikarin bibin şampiyon. Em dixwazin vê şampiyoniyê çi dibe bila bibe bi dest bixin.”

Ne tenê rêveberên tîmê, futbolîzên tîmê jî ji xwe bawer in. Ew naxwazin ji xeynî şampiyoniyê, tu riyeke din bihizirin.

Futbolîzê Diyarbekirsporê Muhamed wiha diyar kir “Nifûsa bajarê me 2 milyon e. Bi salan e me nekarî em bi ser bikevin. Cara yekemîn e ku em evqas bilind dibin. Înşela em ê îsal bibin şampiyon.”

Kaptanê Diyarbekirsporê Fuat dibêje “Asta me ya niha gelekî baş e. Pêşbirga vê heftiyê ya Yeşîlyurtsporê ji bo me pir girîng e.”

Futbolîzê Diyarbekirsporê Firat Yakişir “Her dê şampiyonî ji vî bajarî re were. Me çend salan hewl dida nedibû. Înşela dê îcar ev şampiyonî were.”

Futbolîzê Diyarbekirsporê Emrullah got “Bi xêr û xweşî hemû alîgirên Diyarbekirsporê tev li pişta me ne. Bila li pişta me jî bin. Bila ji me bawer bikin. Bi xêr û xweşî em ê vê şampiyoniyê îsal diyariyê wan bikin.”

Li bajarê Amedê 3 tîmên futbolê di lîgên cuda de ji bo serkeftina bajarê xwe têdikoşin. Diyarbekirspor, Amedspor û Diyarbakirspor. Di nava van tîman de, di lîga xwe de ya herî li pêş Diyarbekirspor e.