Sefîn Dizeyî: Em rêz li serweriya Îran, Tirkiye û Sûriyê digirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma di derbarê bertekên li ser pûlan de dibêje “Hikûmeta Kurdistanê ji Herema Kurdistanê berpirsiyar e. Di nav Destûra Iraqê de, di nav sînorek diyar de desthilatek, parlamento, hikûmeteke wê heye. Lê ji xeynî vê bêguman em rêz li serweriya welatên cîran Îran, Tirkiye û Sûriyê digirin. Herwiha em jî ji van welatan dixwazin ku rêz li serweriya Iraqê û Herema Kurdistanê bigrin.”

Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku sedemên hêrsbûna Tirkiyê ya di derbarê pûlên ku ji bo serdana papa hatine amaedkirin partiyên opozîsyonê ne û got “Opozîsyon û polîtîkaya navxwe bi vê mijarê bi ser hikûmetî ve diçin.”

Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di derbarê pûlên ku ji bo serdana Papa Francis ya Herema Kurdistanê hatibûn amadekirin û li Tirkiyê bûbûn sedema bertekan axivî.

Dizeyî tekez kir ew pûlên ku hatine amadekirin ne projeyeke Herema Kurdistanê ye û got “wek ku tê zanîn li herderê cîhanê pûl ji bo roj û serdanên taybet bi armanceke koleksiyonê tê çapkirin.”

Dizeyî diyar kir ku çapkirina pûlan di çarçoveya qanûnan û bi biryara hikûmetê be û wiha berdewam kir “Brêz Wezîr bixwe biryara çapkirina pulan nedayê, tenê pêşnumayek e û dê biryar bê dayîn.”

Li bexdayê jî çend parlamenteran gazinên xwe anîn ziman ew jî ji ber ku nivîsên li ser pûlan tênê bi Kurdî bûye û dibêje “Bêguman ji ber ku zimanê Iraqê yên fermî Kurdî û Erebî ye divê herdû ziman jî bên bikaranîn. Biryareke Hikûmetê ya wisa tuneye an jî dîzayn ji aliyê Hikûmetê ve nehatiye kirin.”

Dizeyî di derbarê hestiyariyên heremê de got “Hikûmeta Kurdistanê ji Herema Kurdistanê berpirsiyar e. Di nav Destûra Iraqê de, di nav sînorek diyar de desthilatek, parlamento, hikûmeteke wê heye. Lê ji xeynî vê bêguman em rêz li serweriya welatên cîran Îran, Tirkiye û Sûriyê dikin. Herwiha em jî ji van welatan dixwazin ku rêz li serweriya Iraqê û Herema Kurdistanê bigrin.”

Di derbarê bertekên li ser pûlan de Dizeyî dibêje “Ez bawerim ku opozîsyon û polîtîkaya navxwe bi vê mijarê bi ser hikûmetî ve diçin. Dibe ku bi armanca polîtîkaya navxwe bikart tînin. Ev yek me eleqedar nake. Pirsgirêka navxweya Tirkiyê ye. Berê jî hinek pirsgirêk çêbûn û bi rêya diyalogê hatin çareserkirin. Wek min got, ev tenê dîzayneke, peşnuma ye, ne tişteke ku hikûmetê çêkiriye. Tenê çend hunermend û grafîker vê wek diyarî dan.”

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê Dizeyî amaje bi vê yekê kir ku aramî û ewlehiya heremê pêşikiya wan e û ji bo pirsgirêk bê çareserkirin nûnerên wan li Enqerê  bi Wezareta Derve ya Trikiyê re hewl didin.

Herwiha li aliyê di Dizeyê bal kişadan ser gotinên partî û opazîsyona Tirkiyê yên ku di derbarê heremê de tên gotin û got “Li Tirkiyê jî gelek tişt tên gotin. Ji aliyê partî û opozîsyonê ve di derbarê vê derê de gelek tişt tên gotin. Lê em dizanan ev ne helwesta Tiriyê ya fermî ye. Sala borî serokê partiyek digot plaka Kerkukê 82 û ya Mûsilê 83. Me tiştek negot. Gelek tişt tên gotin lê nexweş e ku mirov her roj li dijî derê û bersiv bidê. Ya giring helwesta fermî ye.”

Papa Francis di çarçoveya serdeana Iraq û Herema Kurdistanê de, di 7ê Adarê de hatibû Hewlêrê.  Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê ji bîranîna seredana Papa ya Kurdistanê 6 nimûneyên pûlên cuda hatibûn amadekirin.

Li ser yek ji wan pûlan jî nexşeya Kurdistanê ya beriya peymana Lozanê cih digirt ku bû sedema bertekên Tirkiyê.

Ji ber vê yekê Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kiribû û tê de vê yekê wek xeletiyek dibîne û ji Herema Kurdistanê di derbarê mijarê de daxuyaniyek xwestibû.