Îro 17mîn salvegera Serhildana Gelê Kurd e li Rojavayê Kurdistanê

12-03-2021
Besam Mistefa
Roja 12ê Adara 2004an li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê bûye rojeke dîrokî
Roja 12ê Adara 2004an li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê bûye rojeke dîrokî
Nîşan Qamişlo Serhildana Gelê Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera 17mîn salvegera serhildana Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Roja 12ê Adara 2004an, serhildanê ji stadyuma futbolê ya Qamişlo dest pê kir û li seranserê herêm û navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê belav bû. Vê bûyerê cihê xwe di edebiyata Kurdî ya Binxetê de jî girt.

Roja 12ê Adara 2004an li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê bûye rojeke dîrokî di jiyana gelê Kurd de li Binxetê. Serhildana ku 7 rojan berdewam kir textê serekên Şamê hejand û erdhejek li wan rakir.

Lê zordestan mîna her car xwîna ciwan û gêncên Kurd rijand û bi dehan şehîd kir, bi sedan birîndar kir û bi hezaran zindan kir. Vê bûyera mezin bandoreke kûr li nivîskar û helbestvanên Kurd ên Binxetê jî kir.

Nivîskarê koçkirî Arşevê Oskan di nivîseke xwe de wiha behsa serhildana 12ê adarê dike: "Her ku em nêzîkî rojên wan birînan dibin, jan û şewata wan hinavê me didin ber êşên xwe û me li xwe şiyar dikin. Yek ji wan bîranîna 12ê adara 2004an e. Di vê rojê de şahî û şîniya kurdan tevlihev bû. Şînî û şahiyê di vê rojê de destên xwe dan hev û em avêtin hêlana dîrokeke ku ne pelên wê dirizin û ne jî evîna dilê kurdan ji azadiyê re bidawî dibe. Vê serhildanê dîwarê tirsê di dilê me kurdên rojava de herifand."

Helbestvan Tengezarê Marînî jî li jêr navê Qamişlo helbestekê dihûne û diyarî şehîdên serhildanê dike û tê de dibêje:

Qamişlo

Ji çavên te şevnem dibare

Welatê min av dide

Darên azadiyê bel dibin

Kaniyek ji ava serhildanê bi jor ve hildikişe

Te pencere li me vekirin

Bi roniya bajarê evînê

Serî li Mehabad

Hewlêr...Silêmanî û Amedê dan

Ji bo xatirê te Qamişlo

Kirin nêrdewana evîneke nemir

Te Kobana min î delal ji silava xwe qet bêpar nehişt

Rengê agir di sînema Amûdê de

Te vegerand spî û te qîr da

Kurdistan yekparçe ye

Qamişlo Helebçe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst