Li Dêrsimê hevrikiya du partiyên çep tund bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komunîsta Tirkiyê di hevrikiyeke dijwar de ne, ji bo bidestxistina şaredariya bajarê mezin û şaredariyên bajarokên din ên Dêrsimê, ku piraniya akinciyên wê Kurdên Elewî ne.

 

Di bangeşeyên ji bo hilbijartina şaredariyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de ku biryar e 31ê vê mehê bên lidarxistin, bajarê Dêrsimê bûye qada hevrikiya navbera du partiyên çep.

 

Berbijêra HDPê yê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Dêrsimê, Nurşat Yeşil ji Rûdawê re dibêje: “Çar sal e ligel rêzdar Maçoglu ti rêkeftineke me nebûye, xelkê Dêrsimê di hilbijartina nûnerên xwe de ne du dil in, lê daxwaza xelkê vî bajarî ew bû ku em bi hev re biçin hilbijartinan, lê di dawî de ev bijardeyeke demokrasiyê ye. Me ligel pênc aliyên şoreşgêr hevpeymanî kiriye û eger rêhevalên me yên komunîst beşdarî hevpeymaniya HDPê bibûna, bihêztir dibûn.”

 

Taybetmendiya Dêrsimê ew e ku di dema 18 sal temenê desthilatdaria Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de û heta niha ti nûner û parlamenterek li vî bajarî bidest nexistiye.

 

Di hilbijartina herî dawî de HDP û CHPê her yek ji wan karîn parlamenterekî ji vî bajarî derxînin. Herwiha Cemaeta Gulen jî nikarîne saziyên îdarî yên vî bajarî kontrol bikin û ti Kurdekî/e Elewî jî di dosyeya Guleniyan de nehatiye tomarkirin.

 

Berbijêra Partiya Komunîsta Tirkiyê yê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Dêrsimê, Mehmet Fatih Maçoglu jî ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Gelek hewl hat dayîn bo hevpeymaniya ligel HDPê, lê me lihev nekir. Hinek car lihevkirin dibe, lê eger rêkeftin jî çênebû ev karekî normal di jîngeheke demokratîk de. Xelkê Dêrsimê civakeke sosyalîst e, Bi baweriya me pêdiviya wan bi nûnerekî sosyalîst heye ku bernameyekî wî yê bihêze hebe û bi hizrekî şereşgerî kar bike. Biryara dawî jî ya xelkê vî bajarî ye.”

 

Berê herdu partiyan lihev kiribûn ku berbijêrekî wan ê hevbeş hebe, lê ji ber rêkeftin çênebû, Dêrsim bi ser du eniyan de dabeş bûye.

 

Welatiyên Dêrsimê bihêvî bûn herdu partî bi lîsteyeke hevbeş hevpeymaniyê pêk bînin, daku dengên xelkê Dêrsimê belav nebin û bihêzbûna xelkê li derdora berbijêrekî bihêz pêşan bide.