BAXOZ – HSDê daxwaza DAIŞê red kir

12-03-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Pêgehên DAIŞê ji duh ve 25 car hatin bombebarankirin
Pêgehên DAIŞê ji duh ve 25 car hatin bombebarankirin
Nîşan Baxoz Rûdawa Rojava DAIŞ HSD
A+ A-

Baxoz (Rûdaw) – Li Baxozê ji duh ve zêdetirî 25 car firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî mûşekên xwe arasteyî kampa çekdarên DAIŞê kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser daxwaza DAIŞê ya ji bo vekirina korîdorekê bo derxistina malbat û zarokên xwe ji Baxozê, mercek danî ku hemû bi hev re xwe radest bikin, çekdaran mercê HSDê qebûl nekir û HSDê jî daxwaza wan red kir.

 

Bombebarankirina pêgehên DAIŞê li Baxozê ji aliyê firokeyên şer ên hevpeymanan ve şevê din heta demjimêr 22:00 berdewam bû. Piştre hinekî rawestiya û careke din mûşekên dûravêj dest pê kirin. Vê carê bombebaran heta demjimêr 01:00 bo 02:00 berdewam bû û piştî wê ji demjimêr 04:00 êrişên firokeyên şer dest pê kir heta 06:00ê sibehê.

 

Bombebaran ewqas zêde bûn ku esmanê kampa çekdarên DAIŞê bi dûman hatibû girtin, di heman demê de çekdaran ti teqe nekirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li hember çekdarên DAIŞê li ser girekî bilind in û çekên giran ber bi wan ve araste kirine.

 

 

 

 

Çekdarên DAIŞê derdora xwe bi mayinan dorpêç kirine

 

Çekdarên DAIŞê xwe di nav wan tunelan de veşartine ku di nav kampê de kolandibûn. Wisa tê pêşbînîkirin ku HSD îro êrişên bejahî encam bide, lê ev jî zehmet e, ji ber ku çekdarên DAIŞê li derdora kampê gelek mayin danîne.

 

Duh ji ber teqîna mayinekê, çar şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan û du şervan jî birîndar bûn. Lewma HSD naxwaze ev dubare bibe û niha li benda wê yekê ne ku çekdarên DAIŞê werin bombebarankirin, piştre bi zirareke kêm Baxoz kontrol were kontrolkirin.

 

Daxwaza çekdarên DAIŞê hat redkirin

 

Çekdarên DAIŞê duh daxwaz kiribûn ku korîdorekê ji bo hevjîn û zarokên wan were vekirin daku ji Baxozê derkevin, HSDê ji wan re ragihandiye  ku "em dê ji bo we rêyekê vekin, bi mercekî ku hûn hemû bi hev re derkevin".

 

Tirsa HSDê li ser wê yekê ye ku çekdarên DAIŞê xelkê sivîl weke dîl girtibe û weke mertala zindî wan bihêle û tenê malbatên xwe ji şer dûr bixin. Çekdarên DAIŞê ev merc red kirine, lewma wisa tê pêşbînîkirin ku îro çekdarên DAIŞê cardin daxwazek ji HSDê re bişîne.

 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî ku duh çû nav kampa çekdarên DAIŞê, hinek vekişiyan daku rê bidin firokeyên şer ku bombebaran bikin û ew nebin armanca firokeyan.

 

Duh çekdarên DAIŞê û şervanên HSDê ewqas nêzîkî hev bûn ku dikaribûn bi hev re biaxivin, lê îro mesafeya navbera wan hinek zêde ye û li benda şer in.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst