Roja serhildana Qamişloyê: 12ê Adarê

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera serhildana 12ê Adara 2004an a li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Roja 12ê adara 2004an, serhildanê ji yarîgeha futbolê ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Heta 16ê Adarê serhildan li tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê belav bû. Piştî 7 rojan, hêzên hikûmeta Sûriyê herêmên Kurdî kontrol kirin. Di encama serhildanê de, 34 kes şehîd bûn. Bi sedan kes birîndar bûn, hin ji wan di encamê de kêmendam bûn. Nêzîka 3000 kes hatin girtin, hin ji wan bo demeke dirêj hatin hikumkirin.

 

Li stada bajarê Qamişlo mezintirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê, roj 12ê Adara 2004an, biryar bû maça herdu Tîmên Cîhad a Qamişlo û el-Fitûwe ya Dêrezorê bi rê ve biçe. Lê handerên tîma el-Fitûwe ya mêvan ku bi hezaran jin Dêrezorê hatibûn û li gor ku handerên yaneya Cîhad dibêjin, wan bi kevir û çekên piçûk xwe amade kiribûn, silogan li dijî Kurdan avêtin û beriya destpêkirina maçê êrîşî handerên yaneya Cîhad a xwediyê malê kirin.

 

Parêzgarê Hesekê Mihemed Selîm Kebûl li gel hêzeke mezin gihaşte nav yarîgehê. Lê rewş ne tenê li nav yarîgehê aloz bû, lê belê li pêş yarîgehê jî, hêzên çekdar ên hikûmeta Sûriyê teqe li handerên Yaneya Cîhad kirin û di encamê de, li heman cihî 4 kes şehîd bûn û hejmareke din jî bi giranî birîndar bûn.

 

Roja 13ê Adarê, di merasîma veşartina şehîdan de, hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşî beşdarên merasîmê kir û hejmareke din şehîd û birîndar bûn û li nav bajarê Qamişlo serhildan berfireh bû û sembolên hikûmeta Sûriyê hatin jinavbirin.

 

Xelkê bajar û bajarokên din ên herêma Cizîrê kom bûbûn da ku biçin Qamişlo û beşdarî merasîma veşartina şehîdan bibin, lê hêzên hikûmeta Sûriyê rê nedan, lewma li heman bajar û bajarokan xelkê serî hilda.

 

Di heman rojê de, bi sedan xwendekarên Kurd li zanîngeha Şamê kom bûn û saet 9ê şevê li meydana Emewiyên li naverasta paytextê êrîşa hêzên hikûmeta Sûriyê û kuştina sivîlan protesto kirin.

 

Heta roja 16ê Adarê, serhildan li tevahiya hersê herêmên Kurd, Cizîre, Kobanî û Efrînê, û herwiha li bajarên Sûriyê ku Kurd lê dimînin wekî Heleb û Şamê belav bû. Di nava şeş rojan de, Kurdên Sûriyê dam û dezgehên hikûmeta Sûriyê û Partiya Beis, bi temamî ji bajar û bajarokên xwe vemaliştin.

 

Hikûmeta Sûriyê bi hezaran serbaz ji hêzên taybet û bi tank û helîkopter şandin herêmên Kurd û milîsên xwecihî bi çek kirin û piştî 7 rojan herêmên Kurdî careke din kontrol kirin.

 

Di encama serhildanê de, 34 kes şehîd bûn. Bi sedan kes birîndar bûn, hin ji wan di encamê de kêmendam bûn. Nêzîka 3000 kes hatin girtin, hin ji wan bo demeke dirêj hatin hikumkirin, 60 xwendekarên Kurd ji zanîngehê hatin dûrxistin, ji wan 11 kes bi şêweyekî dayimî. Bi sedan kes koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. Bi hezaran dikan, mexzen û cihên bazirganî yên Kurdan hatin talankirin.

 

Piştî serhildana 12ê Adara 2004an, hikûmeta Sûriyê çendîn biryarên taybet li dijî herêmên Kurdî di warên cuda de dan.