Heyva Sor a Sûriyê: Emê alîkariya mirovî bigihînin Efrînê

Navenda Nûçeyan - Heyva Sor a Sûriyê û  rêxistina gihandina alîkariya mirovî ya ser bi Netewen Yekgirtî  ve xwe amade dikin di zûtirîn demê de alîkariya mirovê bigihînin herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

 

Di daxuyaniya Heyva Sor a Sûriyê û rêxistina gihandina alîkariya mirovî ya ser bi Netewen Yekgirtî de tê gotin, ji ber rewşa ku niha li herêma Til Refet û bajarê Efrînê, pêdewiyên sereke yên xelkên sivîl gelek kêm bûne.

 

Li gor daxuyaniyê Heyva Sor a Sûriyê û rêxistina gihandina alîkariya mirovî ya ser bi Netewen Yekgirtî  kar dikin alîkariya mirovî daku di demeke herî kurt de bigihêne herêmên navborî.

 

Herwiha di dawiya daxuyaniya Heyva So ra Sûriyê de tê gotin ku 1ê meha Adarê Heyva Sora Sûriyê û rêxistina gihandina alîkariya mirovî konvoyeke alîakariya mirovî gihandine bajarê Efrînê.