Sefîn Dîzeyî: Peywendiyên me ti caran bi Tirkiyê re qut nebûne

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî derbarê peywendiyên di navbera Enqere û Hewlêrê de got: “Bi Tirkiyê re ti caran peywendiyên me qut nebûne.”


Pêşangeha şirketên Tirkî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, duh Yekşemê 11ê Adara 2018ê  li Hewlêrê hate vekirin. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bû û pirsên Rûdawê yên derbarê rojevê de bersivand.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hefteya borî di civîna rojnamevanî de gotibû, herdu balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê dê berî Newrozê ji geştên navnetewî re vebin.

  

Derbarê vê mijarê de Sefîn Dîzeyî wiha got: “Piştî cîvna Encumena Wezîran, Birêz Ebadî got ew dê berî Newrozê pirsgirêka meaş û balafirgehan çareser bikin. Ji Newrozê re 10 roj mane. Em hêvîdarin di heyama 10 rojan de ev pirsgirêk bêne çareserkirin.”

 

Dîzeyî di berdewamiya axaftina xwe de got jî: “Li gor demên pêştir danûstandina di navbera Hewlêr û Bexdayê de baştir bûye û zêdetir şandên herdu aliyan serdanê hev dikin. Îro şandeke teknîkî bo balafirgehan ji Bexdayê hatiye. Li Duhokê jî şandeke bo meaşan heye. Eger danûstandin hebe, pirsgirêk zûtir çareser dibin.”

 

Peywendiyên bi Tirkiyê re

 

Piştî referanduma 25ê Îlona 2017an a serxwebûna Kurdistanê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de xirab bibû.

 

Derbarê vê mijarê de jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha axifî: “Ti caran peywendiyên me bi Tirkiyê re qut nebûne. Têkîliyên me ne di asta berê de ne, lê berdewam in. Tirkiyê berî çend mehan bo Hewlêrê konsulosekî nû diyar kir. Em gelek keyfxweş in ku îro Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay ligel me beşdarî merasîma vekirina pêşangeha şirketên Tirkî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin bûye. Ev ji bo me nîşanek baş e. Em hêvîdarin ev têkîlî di demeke nêzîk de bigihêje asteke bilind”

 

Dîzeyî li ser pirsa “Dibe di demeke nêzîk de şandeke Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê bike?” wiha got: “Niha di rojê ve de nîne lê dibe bê kirin.”